Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi mersîmekê şervanê QSD’ê Quseyî El-Meyah oxirkirin. Girseya beşdarî merasîma oxirkirinê bû diyar kirin ku wê li hemberî hemû komployan Netewa Demokratîk biserkeve.
Şervanê QSD’ê Quseyî El-Meyah bi nasnav Çekdar Kerîm, 10’ê Çileyê li Kampa Holê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû.
Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd, şêniyên navçeya Tirbespiyê li Goristana şehîdan a Şehîd Dilşêr kom bûn.
Li gorîstanê piştî merasîma leşkerî, endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El-Ebawî axivî .
El-Ebawî dest nîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke demokratîk ava kirin û ji bo wê xebat û lehengiyeke mezin didin.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û rastî malbatê hat kirin.
HEMÛ DÎMEN BIDIN