Ev demeke bêdengiyek li bajarê Zirganê peyda dibe..
LIv û tevgera gel li bajêr zêdê bûye û amadekarên cejna qurbanê têne kirin..
Her wiha Şaredariya Gel a Zirganê jî destpêka ketina demsala havînê dikaribû gelek projeyên xizmetguzeriyê ji şêniyan re pêşkêş bike.
Şaredariya Gel bi destekdayîna ofîsa Jin, li Zirganê projeyên paqijkirin, sererastkirina rêyan û ronîkirina kolanan, pêk tînin.
Endamê şaredariya Gel Memdûh Mihmed tekez kir ku kar û xebata şaredariyê didome da ku rewşa xizmetguzeriyê baş bikin.
Her wekî projeyên kehrebe û gihiştina avê di plansaziya pirojeyên wan yê sala 2025’an de ne.
Hêjayî gotinê ku ev demeke dijêje ji ber gef û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li Zirganê tevgera jiyanî peyda nedibû.



