Biryarên di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hatin girtin, di hejmara dawî ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin.
Têkildarî, Rêber Apo, fesixkirina PKK’ê, avakirina civaka demokratîk, şehîdan, û birîndarên şer gelek biryar hene.
Di Kongreya 12. a PKK’ê de derbarê Rêber Apo, fesixkirina PKK’ê, avakirina civaka demokratîk, şehîdan û birîndarên şer de gelek biryar hatin girtin û di hejmara dawî ya rojnameya Serxwebûnê de hatin weşandin.
Têkildarî Rêber Apo;
-Muzakerevanê sereke yê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo ye.
-Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi rengekî serketî pêk were, divê pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin..
-Rêveçûna erênî yan jî neyînî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li gorî asta şert û mercên kar û jiyana azad a Rêber Apo be.
Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê Rêber Apo bi fîzîkî azad be û bi rengekî azad karibe bixebite.
Derbarê fesixkirina PKK’ê û bi dawîkirina şerê çekdarî;
-Karên rêxistinî yên bi navê PKK’ê têne meşandin hemûyan radiwestîne, dawî li hebûn û avaniya rêxistinî ya PKK’ê tîne,
-Dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî tîne.
Têkildarî têkoşîn û avakirina civaka demokratîk;
-Li ser bingeha têkoşîna hiqûqî û siyaseta demokratîk û paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya têkoşîna me, qebûl dike ku wezîfeya avakirina civaka demokratîk ya gelê Kurdistanê ye.
-Çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn; çareseriya destûra bingehîn a demokratîk a pirsgirêkan ji xwe re dike esas.
-Pêşengiya avakirina civaka demokratîk nasnameya esasî ya jinên Kurdistanê ye.
-Temînata xeta Apocî ku partiya me ava kir û vejîna gelekî pêk anî, ciwanên Kurdistanê ye. Qebûl dike ku tevî jinê, pêşengiya têkoşîna şoreşger a PKK’ê erka nasnameyî ya bingehîn a ciwanên Kurdistanê ye.
Têkildarî şehîdan;
-Şehîdên me yên leheng ên nehatine ragihandin di nava vê salê de wê bêne ragihandin.
-Rastiya Şehîdên PKK’ê ku afirînerên jiyana azad û demokratîk in, di serî de nifşên nû ji civakê re bê ragihandin.
-Karên têkildarî şehîdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li ser bingeha rêxistiniyên civaka sivîl têne meşandin.
Têkildarî birîndarên şer;
-Gaziyên me yên şer wê xwe weke parêzvanên herî bingehîn ên civaka demokratîk û pêşvebirina wê bibînin.
-Ji bo gaziyan wê şert û mercên tenduristî û karekî bi ewle bê afirandin û bi vî rengî di nava jiyan û têkoşînê de kêrhatî bin.
-Di çarçoveya rêxistiniya civaka demokratîk de komîteyên gaziyan bêne birêxistinkirin.



