Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giranî dewam dikin.
Bi tayîbetî êrişên giran li Zap û Metînayê têne kirin.
Hat ragihandin ku di encama êrişan de 2 gerîla şehîd bûn.
Hêzên gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrîşan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê dibêje:
Qadên gerîla bi dronên bombebarkirî, obus û çekên giran hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk bi giranî li ser tunelên gerîla yên li herêmên Metîna û Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, giranin.
HPG’ê got ji ber van êrişên dagirkeriyê, 27’ê Gulana 2025’an hevrêyê wan Welat û 30’ê Gulana 2025’an jî hevrêyê wan Bawer şehîd bûn.
HPG piştrast kir ku di çarçoveya parastina rewa de bersiva pêwîst dan û tekez kir heta êriş hebin ewê hêzên Gerîla ji bo xweparastinê bersivê bidin.
Dawiyê HPG got ewê agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên şehîd piştre eşkere bikin.



