Van rojan desthilata Şamê hin leşkerên berê yên rêjîma baas berdide.
Li hemberî vê gelek bertek derketin.
Îro komîteya aştiya Sivîl û Wezareta Karê Hindir a Desthilata Şamê bi daxuyaniyeke çapemeniyê got ku kesên dê werin serbest berdan wan xwe radest kiriye û xwedêgiravî destê wan di xwînê de tune ye.
Endamê komîteya aştiya Sivîl Hesen El-Sûfan diyar kir ku efserên rêjîma baas yên ku hatin berdan ji sala 2021’an ve efserên çalak bûn û bi dilxwazî xwe li ser sînorê Iraqî û li devera Suxna radest kirin.
Ji lewra ev tên serbestberdan.
Her wekî destnîşan kir ku pêkanîna edaleta veguhêz ne cezakirina her kesî ye, lê belê cezakirina tawankaran e.
Wezareta hundir a Şamê: Eferên rêjîma Baas di Redi El-Idwan de alîkariya me kirindane me
Ji aliyê xwe ve, Wezareta hundirîn a Şamê ragihand ku efserên artêş û istixbarata rêjîma berê bi wan re hevkarî kirin, çek û şaxên ewlehiyê radest kirin û pêşveçûna hêzên Heyet Tehrîr el-Şam di pêngava redi El-Idwan hêsan kirin.
Wezaret dibêje ku 450 hezar kesî li kêleka Rejîma hilweşiyayî şer kiriye û 123 hezar jî tev li wezareta hundirîn bûne û bi piranî sûcên mezin pêk anîne.


