Zextên rejîma Îranê yên li ser malbatên girtiyên siyasî berdewame.
Hat gotin ku wezareta Îtlaeta Îranê gefa girtinê li endamên malbata girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Murad kirine.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 8’ê Hezîranê hevjînê xwişka Werîşe Mûradî, Kerîm Esxerî ji aliyê hêzên Îtlaetê ve hate binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
Kerîm Esxerî bêyî biryara dadwer, bi îşkenceyê hatiye binçavkirin û gef li hevjîna wî Mêhrane Mûradî xwarine.



