Piştgiriya navnetewî û cîhanê ji bo banga ‘Aştî û civaka demokratî’ a rêber Apo zêde dibe.
Serokên berê û yên nû yên tevgera Sinn Feîn Gerry Adams û Declan Kearney ji bo banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê peyama piştgiriyê dan û gotin:
“Weke Tevgera Sinn Feîn em piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”
Gerry Adams ê ku navbera salên 1983 û 2018’an serokê Tevgera Sinn Feîn bû û Declan Kearney ê ku serokê niha yê tevgerê ye,
Ji bo pêvajoya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dayî destpêkirin peyama piştgiriyê weşandin.
Peyama Gerry Adams bi vî rengî ye:
“Merhaba hevalno, gelên Rojhilata Navîn ev demeke dirêje ji mafên mirovan ên bingehîn bêpar dimînin û netew nikarin qedera xwe diyar bikin.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de kirî, xaleke girîng a werçerxê bû.
Sinn Feîn piştgiriyê dide pêvajoyeke aştiyê ya Tirk-Kurd a li ser esasê diyalog, hurmet, edalet û wekheviyê.”
Declan Kearney: Divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe
Peyama Declan Kearney jî bi vî rengî ye:
“Me bi lîderên din re yên ku piştgiriyê didin banga aştiyê ya Abdullah Ocalan, îmze avêt daxuyaniyeke hevpar.
Pêvajoyeke aştiyê ya ku di navbera hikûmeta Tirkiyê û nûnerên din ên siyasî yên Kurd re bê meşandin, divê hemû aliyan bigire nava xwe û diyalog esas e.
Beriya her tiştî Sinn Feîn difikire ku divê Abdullah Ocalan ji girtîgehê were berdan; azadiya wî ji bo destpêkirina pêvajoyeke berfireh û lihevkirineke siyasî pir girîng e.
Di heman demê de em ê piştgiriya ji bo hewldanên aştiyeke hîn berfireh a li Rojhilata Navîn, bidomînin.
Em dixwazin ku dewleta Îsraîlê zilma li ser gelê Fîlîstînê bi dawî bike.”



