Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina dawiyê ya malbatê de, qala hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê ya Vegehuhêz de kiriye.
Rêber Ocalan gotiye ku gerek hewldanên dîpomatîk bi lez bibin û Kurd ji gefên li dijî xwe baldar bin.
Omer Ocalan eşkere kir ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina dawiyê de got ku hevdîtinên di navbera Kurdan û hikûmeta Şamê de bi giranî pêş dikevin, gerek ev bi lez bibin.
Rêber Abdullah Ocalan: Divê Kurdên Rojava li hemberî gefan baldar bin
Her wekî destnîşan kiriye ku divê bi Sûriyeke Demokratîk re, hewldanên dîplomatîn bi lez bibin, çimkî Şam aliyekî nûnertiya olperstiyê dike.
Rêber Ocalan rewşa Kurdn li Rojava jî nirxandin û got ku ger gefek hebe, divê Kurd li hemberî wê baldar bin û xebatên li Rojava jî tên kirin werin lezandin, ji ber tu faydeya dîplomasiyeke giran tune ye.
Rêber Abdullah Ocalan: Reqa navenda demokratîbûnê ye
Di nava hevdîtinê de got ku navenda demokratîkbûnê li Sûriyê, Reqa ye û divê yekîtiya di sîwana demokrasiyê derkeve pêş.



