Îsraîlê bersiva Hamasê ya derbarê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo agirbesta 60 rojî wergirt.
Her wiha biryar e ku hikûmeta Îsraîlê civînekê li dar bixe da ku li ser bersivê gotûbêj bike.
Rojnameya Îsrîlê Yedioth Ahronoth eşkere kir ku Îsraîlê bi rêya navbeynkarên herêmî bi fermî bersiva Hamasê ya der barê pêşniyara agirbestê li Xezayê wergirtiye.
Hamasê jî di daxuyaniyek fermî de ragihand ku bersiveke “erênî” daye û got:
Em amadene tavilê danûstandinên li ser mekanîzmaya bicîhanîna peymanê bikin.
Hamasê diyar kir ku wan şêwirên navxweyî bi aliyên Filistînî re derbarê pêşniyara dawî ya ku ji hêla navbeynkaran ve,
Bi taybetî Misir, Qeter û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hatiye pêşkêşkirin, bi dawî kiriye.
Îro hikûmeta Îsraîlê dê ji bo nirxandina bersiva Hamasê civînek berfireh li dar bixe.



