Li bajarê Til Brakê bi derfetên kêm hewldanên peydakirina avê berdewam in.
Şêniyên Til Brakê ji ber germahiya havînê ya dijwar, di peydakirina ava vexwarinê de gelek zehmetiyan dikşînin, bajar wekî çavkaniya sereke jî xwe dispêre stasyona Til Azan.
Lê tevî zehmetiyan, tîma beşa avê hewlên xwe didomîne da ku pirsgirêkan çareser bike.
Di heman demê de şêniyan daxwaza berfirehkirina tora avê û kolandina bîrên nû dikin.
Bi hatina havînê û bilindbûna pileya germahiyê re, pêdiviya ava vexwarinê li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê du qat zêde dibin.
Daîreya Avê ya Şaredariya Gel a Til Birakê bi derbaskirina van zehmetiyan re rû bi rû ye.
Nemaze ji ber derfetên kêm, kêmbûna kehrebê, berfirehbûna bajaran û destdirêjiya li ser xetên avê.
Stasyona Til Azan çavkaniya sereke ya avê ye
Bajar bi giranî xwe dispêre stasyona avê ya Til Azan, ku li bakurê rojavayê Til Brakê ye.
8 bîrên kûr li wir hene û bi rêya toreke berfireh a boriyan avê didin bajar û deverên derdorê.
Her wiha bîrên avê ji bo dagirtina depoyên avê yên ku ji gundên dûr û deverên ku ji hêla torên avê ve nayên xizmetkirin têne bikar anîn.
Tevî zêdebûna hijmara şêniyan û berfirehbûna bajarê li Til Brak, ji sala 2004’an û vir ve stasyona Til Azan nehatiye nûjenkirin an berfirehkirin, ji ber vê yekê kapasîteya hilberînê ya stasyonê têrê nake, bi taybet di havînê de.
Ednan Mihemed: Tîmên awarte 24 demjimêran dixebitin
Li gorî serokê beşa avê yê Şaredariya Gel a Til Birakê Ednan Mihemed, stasyon rasterast avê ji zêdetirî 34 tax û gundan re dabîn dike û dibêje:
104 gundên bşûr û rojava, bi rêya tankerên avê yên şaredariyê avê dighînin wan.
Tîma awarte ya beşa avê bi şev û roj dixebite, nemaze di mehên havînê de.
Ednan anî ziman ku ew di dema havînê de zehmetiyan dikşînin, lê ji bo şênî bê av nemînin ew her tim kar dikin û di amadebaşiyê de ne.
Ednan Mihemed: Divê bîrên nû werin kolandin ji bo başkirina xizmetguzariyê
Her wiha Ednan Mihemed daxwaz ji rayedarên pêwendîdar kir ku bîrên nû li stasyona Til Azan bikolin da ku kapasîteya hilberînê zêde bibe û got:
Li gundên ku şêniyên wan zêde ne wekî Qurdîs, Koşo û Derca, bîrên kûr bikolin da ku zexta li ser bajêr sivik bibe.
Divê hijmara tankeran were zêdekirin, ji bo xizmetkirina gundên dûr.



