Şevê din careke din Îsraîlê sînorê xwe derbas kir û ket nava xaka Sûriyê alîgirên Îranê girt.
Îsraîlê di operasyona xwe de, komeke girêdayî “Feyleq El Quds” girt.
Îsraîlê eşkere kir ku ev koma girtî gef li ser wan çêdikir.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adrae ragihan ku hêzên Îsraîlê duh êvarî operasyoneke leşkerî li herêma Til Kodna ya başûrê Sûriyê pêk aniye.
Di encamê de komeke girêdayî “Feyleq El Quds” ya Îranê hatiye girt.
Avichay Adrae diyar kir ku girtina koma ser bi Îranê ve li gorî agahiyên ku ji Yekîneya 504’an a îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê pêk hat.
Bi gotina wî, koma hatiye girtin gef li ser ewlehiya herêmê çêdikir.
Derbarê bûyerê, heya niha tu daxuyanî ji aliyê Sûriye û Îranê ve nehatine dayîn.
Beriya çend rojan jî bi heman rengî Îsraîlê çend kesên alîgirên Îranê li başûrê Sûriyê girtin.



