Şewata di nava daristanên li derdora Laziqiyê kete roja 5’an û hîn jî didome.
Agir, derdora 100 Km çargoşe daristanên parêzgeha Lazkiyeyê şewitandiye.
Li gund û deverên ku agir gihaştiê ji şêniyan vala ye.
Tîmên awarte yên Sûrî, bi piştgiriya hewayî ya Tirkiye û Urdunê, hewl didin agirên daristanên Lazkiyeyê vemirînin.
Hêjayî gotiyê ku duh koma çekdar a bi navê Ensar El-Suna şewata girt li ser xwe.



