Hevseroka daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed rola Amerîka û Fransa di çareseriya siyasî a Sûriyê de bi girîng pênase kir.
Ilham Ehmed li ser zêdebûna gotinên nefret yên ji aliyê saziyên fermî jî tên, nîgeriya xwe nîşan da û xwest ku role avaker a bihêzkirina diyalogê were avakirin.
Hevseroka daîreya têkiliyên derve a Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê Ilham Ehmed behsa lihevkirinên dinavbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyê kir.
Ilham Ehmed eşkere kir ku ew piştgiriya berdewam a Amerîka û Fransa ji bo çareseriyek siyasî li Sûriyê û beşdariya wan a ji bo hevgirtina daxwazên Sûriyan bi gaveke erênî pênase kir.
Ilham Ehmed: Em li ser zêdebûna gotinên nefretê ji aliyê saziyên fermî bi fikar in
Her wekî Ilham Ehmed da zanîn ku ew bi fikar, li ser zêdebûna gotinên nefretê û tohmetên xiyanetê di hin daxuyaniyên ku ji hêla saziyên fermî ve hatine weşandin, dinêrin.
Ilham Ehmed: Em li ser roleke avaker hesab dikin ku diyalogê xurt bike, ne ku qels bike
Ilham Ehmed eşkere kir ku ew dixwazin ku rolek avaker ku diyalogê bi hêz bike, were afrandin.



