Di danê nîvro de, li kargeha gazê ya kantona Reqayê, şewatek çêbû û di encamê de karmendek bi sivikî birîndar bû.
Ji bo destekdayînê tîmên agirkujiyê, bi lez berê xwe dan cihê bûyerê.
Li gorî agahiyan, hate gotin ku li kargeheke gazê ya Reqayê şewatek çêbû û tîmên agirkujiyê bilez berê xwe da cihê şewatê daku agir vemirînin.
Di encamê de, karmendek birîndar bû û ji bo tedawiyê ber bi nexweşxaneyê ve hat rêkirin
Çavkaniyê diyar kir ku agir ji ber rijandina di yek ji boriyên gazê de derketiye û agir li hejmarek boriyên din belav bûye.



