Edaleta Fransayê derheqê George Ibrahim Abdallah de ku zêdetirî 40 sal girtî ye, biryar da ku di 25’ê Tîrmehê de were tehliyekirin.
Dadgeha Temyîzê ya Parîsê li gel biryara xwe ya 17’ê Tîrmeha 2025’an, tehliyekirina aktîvîstê Libnanî George Ibrahim Abdallah erê kir.
George Ibrahim Abdallah ê ji aliyê alîgirên xwe ve weke ”kevintirîn girtiyê siyasî yê Fransayê” tê pênsasekirin, ji sala 1999’an ve ye tevî xwediyê mafê tehliyeya bişert e jî nedihat tehliyekirin.
Abdallah, di sala 1984’an de li Lyonê bi pasaporta Cezayîrê hate girtin û di sala 1986’an de bi sûcên bikaranîna belgeyên sexte, gerandina çek û teqemeniyan û endamtiya rêxistinê çar sal cezayê hepsê lê hatibû birîn.
Lê belê di sala 1987’an de bi hinceta ku alîkarî daye sûîqesta du dîplomatan cezayê muebetê lê hate birîn.



