Fermandariya Navendî ya Amerîkayê “Centcom”ê eşkere kir ku îro wan operasyoneke esîmanî li Babê pêk aniye
Amerîkayê ragihand ku wan berpirsekî mezin ê DAIŞ’ê li bajarê Babê yê girêdayê Helebê kuştiye.
Di daxuyaniya xwe de Centcom dibêje ku wan beroirsê DAIŞ’ê Diya Zubei Muslih El-Herdanî û herdu zarokên wî ku endamên DAIŞ’ê ne Abdullah Û Abdulrehman di wê êrişê de kuştine.
Centcomê got ku vî kesî gef li hêzên amerîkî û Koalîsyona Navneteweyî dixwarin.
Fermandarê Centcomê General Michael Eric Corella got ku ew ê bê skin û li kêleka hevkarên xwe, bidin dû terorîstên DAIŞ’ê û nahêlin bi ewle bimînin.



