Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Tîrmeha 2025’an eşkere kir.
Komeleyê diyar kir 84 rojnamevan hatine darizandin, 8 hatine binçavkirin, 34 girtî ne..
Her wiha xwest hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamevan a bi Rêber Apo re bên rakirin.
Komeleyê destnîşankirin bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo re hêviya demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê zindî bûn lê êrişên li dijî çapemeniyê zêdebûne û berdewam dikin.
Hate diyar kirin di Tîrmehê de 45 malperên înternetê hatin girtin, der barê 10 nûçeyan û 63 naverokên medyayê de jî biryara astengkirinê hate dayîn.
Komeleyê eşkere kir ew piştgiriyê didin pêvajoya aştî û civaka demokratîk ragihand ji bo pêvajo bi serkeftinê encam bibe, divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamevan a bi Rêber Apo re demildest werin rakirin.



