2 roj li ser hev li aliyê rojavayê parêzgeha Siwêdayê şerekî giran dieqwime.
Tê de 6 kes ji komên durzî û çekdarên hikumeta veguhêz a li Sûriyê hatine kuştin.
Piştî banga Şêx Hikmet El-Hicrî ku xwest şervanên wî ji pêş de vegerin xalên xwe, çekdarên hikumeta veguhêz a li Sûriyê êrişî wan kirin.
Li beramberî vê jî Durziyan berisva êrişan dan.
Li rex vî şerê rûbirûyî, çekdarên hikumeta veguhêz bi top û moşekan li eniyên din yên parêzgehê êrişî xalên Durziyan kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR’ê ragihand ku ji duh heta îro yek ji wan durzî 6 kes hatin kuştin.
Her du alî jî çek û cebelxane, leşkerî û lûcistîkê dişînin eniyên şer.
Li tenişta vê yekê, piştî 24 seatan ji girtinê, vê sibê dergehê Besra El-Şam yê li Siwêda hate vekirin.
Ev dergehê mirovî yê Siwêdayê ye û duh ji ber şerê li rojavayê parêzgehê ji aliyê hikumeta veguhêz hatibû girtin.
Çavdêriya Sûriyê eşkere kir ku ji 13 tîrmehê ve, hezar û 517 kes hatin kuştin.
Ji wan 300 kes bi destê çekdarên hikumeta veguhêz a li Sûriyê bi rêbazên qirêj hatine kuştine.



