Komîsyona li Meclisa Tirkiyê a ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê ava bibe, sibê wê civîna xwe ya yekemîn li dar bixe.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê komîsyon pêvajoyê zelal bimeşîne û civakê agahdar bike.
Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê mijara komîsyona ku wê bê avakirin nirxand.
Gulistan diyar kir hiqûqeke komîsyonê heye wê bi xwe bîryaran bigire û rexne li gotinên AKP’ê yên derbarê şêwe û esasên komîsyonê de kir.
Derbarê navê komîsyonê de jî da zanîn çareseriyeke Serokê Meclisê heye û ji wan re jî şandiye û got, “Bawerim çareseriyeke wisa wê me jî qaneh bike.”
Her wiha anî ziman divê komîsyon zelal be û civakê agahdar bike.



