Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeya siberojê divê rola jinan li ser bingeha pirrengî û demokrasiyê were xurtkirin.
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê civînek berfireh li dar xist. Bi dehan jin, endamên Kongra Star û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî civînê bûn.
Civîna ku li Hola Sendîkaya Karkeran a Rimêlanê hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê ir. Piştre Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn El Hecî da zanîn ku kongre hewl dide projeyek neteweyî ya berfireh ku pirrengiyê û nirxên edalet û wekheviyê biparêze, pêk bîne.
Evîn El Hecî got, “Li gorî me, jin ne tenê beşek civakê ye, lê di sazkirina jiyana siyasî, civakî û olî de şirîka esasî ye. Beşdarbûna jinan ne vebijarkek duyemîn e, lê belê pêdivîyek e ji bo serkeftina her xebateke rizgariyê.”
Evîn diyar kir ku Îslama demokratîk nimûneyeke hemdem a olê pêşkêş dike, ku li gorî pêdiviyên serdemê be û xizmeta civaka Sûriyeyê bike. Evîn da zanîn ku kongre her şêweyên karanîna olê wekî amûrek ji bo desthilatdarî yan cudakariyê napejirîne, lê belê ew olê wekî pirek ji bo jiyana hevbeş û biratiyê di navbera pêkhateyên cûda de dibîne.
Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Gulnaz Osman der barê nêrîna siyasî û olî ya Kongreyê û Sûriyeya demokratîk û pirrng de axivî.
Piştî axaftinan beşdarên civînê nêrînên xwe der barê mijarê de anîn ziman. Beşdaran diyar kir ku nêrîna Kongreya Îslama Demokratîk li şûna projeyên desthilatan dikare bibe alternatîf. Hat diyarkirin ku başdarbûna jinan di danîna destûrê û dayîna biryaran de dê bibe egera çesipandina jiyana hevbeş û rê li ber hemû awayên cudakariyê bigire.



