Erebistana Siûdî ji bo rakirina 75 metrekub kavil li Şamê û gundewarê wê, sererastkirina dibistan, nexweşxane û firneyan bi 6.4 milyar dolar xebat dan destpêkirin.
Erebistana Siûdî pakêtek projeyên mirovî û geşepêdanê li Sûriyê da destpêkirin.
Ev hewldan wê piştî çend hefteyan ji soza wê ya veberhênanên bi zêdetirî 6.4 milyar dolar li Sûriyê pêk hat.
Li gorî rêkeftinan, wê zêdetirî 75 metrekub ji kavilên li tevahî rêyan, cihên giştî yên Şamê û gundewarê wê werin rakirin ku tevgera çûn û hatina şêniyan hêsan bibe.
34 dibistanên li Heleb, Idlib û Humsê werin sererastkirin, 17 nexweşxane bi alavên bijîşkî werin amadekirin.
Her wekî nêzî 60 firne, torên kanalîzasyonê û bîrên avê li Şamê jî werin sererastkirin.
NY texmîn kiribû ku lêçûna jinûve avakirina Sûriyê zêdetirî 400 milyar dolar e.



