Hejmara qurbaniyên êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser paytexta Yemen Sanaym û bajarê Cewf gihîşt 46 kesan.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Hûsiyan SABA hejmara kuştî û birîndarên di êrîşên artêşa Îsraîlê yên di 10’ê Îlonê de nû kir.
Li gorî ajansê, hejmara kuştiyên êrîşên li ser Sana û Cewfê gihîştiye 46 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 165 kesan.
Hat ragihandin, ji kesên ku mirine 5 zarok û 11 jin in, û ji birîndaran 31 zarok û 29 jin in.
Di êrîşê de hejmara destpêkê yên qurbaniyan 35 kes hatibû ragihandin lê hîna jî hejmara miriyan zêde dibe.


