Li Nepalê ji ber qedexekirina medya civakî gel daketin qadan û bû sedema krîza siyasî ya herî kur ya salên dawî.
Hikumetê nekarî xwe li hember hêrsa gel ragire û hilweşiya.
Berdevkê polîsan Binod Ghimire ji AFP’ê re axivî û anî ziman ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 21 xwepêşandêr û 3 jî polîs bûn.
Di dema bûyeran de 13 hezar û 500 mehkûm ji girtîgehan reviyan, tenê beşek ji wan hate girtin.
Her wiha ciwan li kolanên Katmandû li hev kom bû û avahiya parlamentoyê û serokwezîrtiyê jî di nav de agir berdan gelek avahiyan.
Ji ber rewşa aloz li paytext Katmandû rewşa awarte û qedexeya derketina derve hate ragihandin û artêş kete dewrê.
Serokê Fermandariya Giştî Ashok Raj Sigdel ji bo avakirina hikumeta demkî bi xwepêşandêran re dest bi danûstandinan kir.
Tê gotin, dibe ku Seroka berê ya Dadgeha Destûra Bingehîn Sushila Karki bibe seroka hikumeta demkî.



