Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn, di çarçoveya daxwazên azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan de, belavkirina 2 hezar broşûr li kantona Reqayê bi dawî kir.
Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li kantona Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, belavkirina 2 hezar broşûr bi dawî kirin. .
Di broşûran de beşên nameya Rêber Abdullah Ocalan ji jinan re şandiye, tê de gotiye azadiya jinan bingeha avakirina civaka adil û demokratîk û beyî rizgarkirina wê ji koletiyê, sosyalîst û demokrasî bi dest nakeve, hatine nivîsandin.
11`ê Îlonê endamên tevgerê li saziyên sivîl wek Şaredariya Gel, Dibistana Gerestêrka Zarokatiyê, Weqfa Jina Azad, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, malbatên şehîdan û Navenda Çandî, her wiha li taxa Naîm, kolana El Mensûr, kolana 23`yê Sibatê, kolana El Qîtar û kolana Intîlaqê, 2 hezar broşûr belav kiribûn.
Di roja dawîn de (13’ê Îlonê) endamên tevgerê, li qad û kolanên sereke yên kantonê, Çerxerêya Şehîdan, Pira Kevin, Pira Nû, Çerxerêya El Saa, Çerxerêya El Cezra û Parka El Reşîd 2 hezar broşûr belav kirin.
Di dawiya belavkirinê de, Tevgera Hîlala Zêrîn ew ê her tim însiyatîfên çandî û civakî li dar bixe.



