Di çalakiyeke li Marsîlyayê de, fermandara YJA-Starê Emine Erciyes û şervanên bi nasnav Zîn Zagros û Ekin Amara Toldar hatin bibîranîn.
Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ve li Navenda Çanda Kurd a Marsîlyayê hate lidarxistin.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Di bîranînê de têkoşîna jinên şoreşger hate silavkirin û axaftin hatin kirin.
Endama Tevgera Jinên Kurd Guneş Arduç li ser têkoşîna 24 salan a Emîne Erciyes axivî û got:
“Ew wekî “evîndarekî azadiyê ku li dijî tasfiyegeriyê helwesteke pêşeng nîşan da û îdeolojî bi hunerê re kir yek.”
Li ser navê Meclîsa Jinan a Arîn Mirkan jî axaftin hatin kirin û ev tişt hatin gotin:
“Em hevala Emîne û hevalên wê careke din bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.
Em soza xwe ya pêkanîna xwestekên wan dubare dikin.”
Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana Emîne Erciyes hat pêşandan.



