Li Fransayê ji 10’ê Îlonê ve çalakiyên li dijî krîza aborî û siyasî dewam dikin.
Îro jî li bi sed hezaran kes li qadan bûn.
Li Fransa’yê li dijî polîtîkayên hikumetê yên butçeyê nerazîbûn zêde dibin.
Li Fransayê hikumeta Bayrou di 8’ê Îlonê de ji desthilatê ket. Welatiyên Fransayê li dijî krîza aborî û siyasî 10’ê Îlonê daketin qadan û hê jî ev çalakî didomin.
Piştî ku li seranserî welat çalakiyên protestoyî hatin kirin vê carê jî li bajarê Lyon’ê çalakî tên kirin.
Hat ragihandin bi beşdariya sed hezaran kesî çalakiyên protestoyî hatine destpêkirin.
Li ser banga sendîkaya karkeran ya herî mezin ya Fransayê, gelek sektorên mîna perwerde, tenduristî û hwd, li dijî polîtîkayên desthilatê yên butçeyê dest bi grevan kirin.
Li paytext Parîsê û derdora wê wesayîtên rêwiyan, gelek seferên tren, otobus û metrobusan hatin betalkirin.
Li Parîsê polîsan destwerdan li xwepêşanderan kir û xwest wan ji herêmê dûr bixe.
Li Marsîlyayê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Marsîlyayê jî ku bajarê duyemîn yê mezin yê Fransayê ye, polîstan zêdeyî 20 xwepêşander xistin bin çavan.
Li Parîs û Lyonê derabeyên dikanan hatin girtin.
http://doc.afp.com/74XE2G3
http://doc.afp.com/74XC6CR



