Vê êvarê li ser rêya Harim û Barîşa ya Idilbê, wesayetek bi balefirên bê mirov hat hedfgirtin, tê îdiya kirin ku wesayet girêdayî çeteyekiye û ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve hatiye hedefgirtin.
Li gorî agahiyan her kêm du moşek di hedfgitinê de hatin avêtin.
Di encamê de, duman ji cihê bûyerê bilin bû.
Li gorî welatiyan jî herî kêm kesek di hedefgirtinê de hatiye kuştin.
Her çendî êriş pêk hatiye, lê daxuyaniyek fermî ji aliyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî nehatiye dayîn.



