KCK: Heta azadiya Rêber APO û gelê Kurd em têkoşîna xwe bidomînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê teqez kir ku heta azadiya Rêber Ocalan û gelê Kurd ew ê berxwedaniya xwe bidomînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî salvegera 21’ê ya komploya navnetewî daxuyaniyek da.

KCK’ê balkişand li ser nobeta azadiyê ya li bajar Strasbourgê ya li pêşiya Perlemana Ewropa ku ev 8 sal bê navber didome û got:

Em gelê xwe û dostê xwe yê li Ewropayê ji ber vê çalakiya herî demdirêj a cîhanê pîroz dikin.

KCK’ê diyar kir ku ev çalakî îrade û israra têkoşîna azadkiririna Rêber Ocalan nîşan dide û da zanîn bi berdewamkirina kar û xebatên bi vê rengî wê her tim serkeftin para gelê me be.

KCK’ê destnşîan kir ku helwesta kurdistanî û dostên wan hêz û moraleke mezin dide tevgera azadiyê.

KCK’ê teqez kir ku heta azadiya Rêber Ocalan û gelê Kurd wê têkoşîna xwe xurtir bikin û soz da ku wê 21. salvegera 15’ê Sibatê bibe sala berxwedana li dijî komplogeran.

Back to top button