Cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hatibû birîn, hat betalkirin û veguherî 30 sal cezayê girtîgehê.
Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Şerîfe Mihemedî, Emîr Reîsyan li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku Desteya Bilind a Dadweriya Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Şerîfe Mihemedî betal kir û li cihê wê cezayê 30 sal girtîgeh lê hat birîn.
Emîr Reîsyan diyar kirin ku ew hewl didin carek din Şerîfe Mihemedî were dadgehkirin û serî li madeya 477 a ceza bidin da ku cezayê girtîgehê yê lê hatî birîn bê betalkirin û azad bibe.
Di 5’ê Kanûna 2023’yan de Şerîfe Mihemedî ji aliyê hêzên ser bi wezareta îstixbarat ve bêy fermana hat binçavkirin.
Şerîfe Mihemedî di girtîgehê de di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin.
Her wiha hat qedexekirin ku ew hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike.



