Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) li Qamişlo konferansa xwe ya 4. bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” li dar xist.
Di konferansê de hate gotin di têkoşîna azadiyê de jinan gavên dîrokî avêtin, ragihandina azad jî kêlî bi kêlî ev têkoşîn tomar kir.
Konferans bi beşdariya 150 delegeyan bi axaftinan, nîşandana sînevîzyonê, xwendina rapora xebatên 4 salan, nîqaşên rêxistinî û yên li ser rêziknameyê birêve çû.
Li wir, Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd da zanîn ku îro nasnameya wan ne tenê rojnamegerî ye, nasnameya wan jin e.
Her wekî piştrast kir ku li herêmê û Sûriyê qirkirinek heye, bi taybet li dijî nasnameya jinan ji ber wê jî girîngiya avabûna YRJ’ê careke din xwe îspat dike.



