Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li navçeya Silûkê ya Girê Spî, malên bi qasî 10 sivîlan dizîn û talan kirin.
Li gorî çavkaniyên ji herêma navborî, piştî ku ev şênî bi zorê hatine koçberkirin, malên wan hatine wêrankirin û hilweşandin..
Bi qasî agahiyên me bi dest xistine, malên Mistefa Mislim, Hemod Mislim, Mehmûd Hadî Mislim, Cuma Hadî Mislim, Hemed El-Ebod, Mistefa El-Ebod, Fewaz Cemo, Ehmed Bozan, Mistefa Mislim Cuma û Îsa Cuma, rastî talaniyê haitne.