Komên çete helîkpotereke din a Rejîmê li gundewarê Helebê anî xwarê

Komên Dewleta Tirk helîkoptereke din a Rejîma Sûrî li gundewarê Helebê anî xwarê û Rejîmê jî riya M4 bi temamî bi dest xist.Hemwextî wê jî, Navenda Himêmîm a Rûsî eşkere kir ku, Wezrareta Parastinê ya Tirkiyê agahiyên şaş dide fermandariye xwe û hişyariya gûrbûna şer da.

Di nava sê rojan de, cara duyem helîkpterên Rejîma Sûrî dikevin xwarê.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, Hilîkopter piştî armancgirtina wê, ji asîmanê Bakur Rojavayê Helebê hatiye xwarê.

Li gorî heman dezgehê, tîma balafirê ku ji du kesan pêk dihat hatiye kuştin.

Tê zanîn, 11 mehê jî heman çeteyên Dewleta Tirk balafireke Rêjîma Sûrî li herêma Neyreb -Qemînas li gundewarê Idlibê anîbûn xwarê û 4 kes hatibûn kuştin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
“REJÎMÊ RIYA M5 BI TEMAMÎ BIDEST XIST”

Hemwextî wê jî, dezgehên ragihandinê yên Rejîma Sûrî eşkere kir ku, piştî bidesxitina deverên li derodra wê, hêzên Rejîmê riya navdewletî ya Şam-Heleb bi tememî bi dest xist..

Ji xwe herî dawî foca 46’an ku weke baregeheke sereke ya Dewleta Tirk e û 3 KM dûrî bajarê Etaribê yê gundewarên Helebê ye, ket destê Rejîmê û Rûsya jî vî bajarî bombebaran dike.

Bi vê yekê 74 dever ji komên çete yên Dewleta Tirk tên kontrolkirin û dergehe Bab El-Hewa 20 Km dûrî Rejîmê dimîne.

Bi zêdebûna geneşeyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de, êdî qonaxa tewanbariyan dikeve rojevê.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
HIMÊMÎM: WEZARETA PARASTINÊ YA TIRKIYÊ AGAHIYÊN ŞAŞ DIDE

Navenda Lihevanîna Rûsî ya li Sûriyê diyar kir ku “Wezareta Parastina Tirkiyê agahiyên şaş derbarê Idlibê dide fermandariya xwe”

Di daxuyaniya xwe de got jî, “Karemendên Wezrata Tirkiyê, berpirsiyartiya van agahiyên şaş radike û ev daxuyanî wê şerê li Idlibê gurtir bike”

Di demên dawiyê de, têkiliyên Enqere û Moskovayê ji ber rewşa li Idlibê tevlîhev bûn û serokên herdû dewletan jî bi hev re axivîn..

Berdevkê Kiremlîn Dmitriy Peskov da zanîn îro di Konseya Ewlehî ya bi serokatiya Pûtîn de derbarê aloziya li Sûriyê de nîqaşek berfireh hatiye kirin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
TIRKIYÊ 100 KAMYONÊN DIN ŞAND IDLIBÊ

Lê belê hemwextî pêşketina Rejîma Sûrî jî, Tirkiyê dewamkirina şandina karwanên leşkerî ragihand.

Dewleta Tirk jî a ku bi awayekî rasterast gefê li Rejîma Sûrî dixwe, herî dawî 100 Kamyon û maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kir..

Bi vî awayî tevî bi hezaran leşkerên wê, Tirkiyê hezar û 900 maşîne şandine Sûriyê..

Back to top button