Tevgera Jinên Azad û Kongra Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gel Ocalan daxuyanî weşandin û diyar kirin ku komploger têk diçin.
TJA’yê diyar kir, sîstema Rêber Ocalan a alternatîf ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn rê li ber serdemek nû vekir.
TJA’yê got: Vê pêngavê kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di asta cîhanî û herêmî de bibe pêşneg. Şoreşa Rojava encama berbiçav a vê yekê ye.
TJA’yê dest nîşan kir ku bersiva herî dîrokî ji komployê re paratina şoreşa jinê a Şoreşa Rojava ye û got:
“Di serî de jin em bang li tevahiya hêzên demokratîk têkoşîneke hevpar bimeşînin.
KOMPLOYA NAVNETEWÎ YA LI DIJÎ RÊBER OCALAN
KCD: BERXWEDANA OCALAN Û GEL KOMPLO TÊK BIR
KCD’ê jî ragihand ku bi berxwedan û têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd, berxwedan û îradeya Ocalan komploya navneteweyî hatiye têkbirin.
KCD’ê bîr xist ku hîna komplo didome û got:
“Azadiya Birêz Ocalan û Rêbertiya wî ya di nava şert û mercên azad de, azadiya gelê me ji bo me sedema jêneveger a têkoşînê ye.