Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku wan “Komplo û xiyaneteke mezin” têk bir.
Her wiha derbarê mijarê de daxuyaniyek dan û gotin, me hin kesê ku têkiliyên wan bi hikumeta veguhêz û derve re hene girtin.
Parêzvanên Siwêdayê anîn ziman ku niha hişyariyeke ewlehiyê li bajarê Siwêdayê heye û her deverê tedbîrên parastinê hatine girtin.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê duh operasyoneke berfireh a ewlehiyê pêk anî.
Piştre 5 kes girtin, li ser rêyên sereke jî tedbîrên parastinê asê kirine.
Ji kesên hatin girtin, Raîd El Metnî û Asim Ebû Fexir in û ev agahî dan:
Raîd El Metnî yek ji fermendarên Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê bû ku piştî rûxandina rejîma Baasê hatibû avakirin.
Piştî ku rola meclisê di mehên dawîn de paşde ket, tev li Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bûbû.
Parêzvanên Siwêdayê: Komployek hat pûçkirin
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî di saetên şevê de li bajarokê Etîl bi ser mala kesê bi navê Mahir Felhût ê ku nêzî El Metnî ye de girt.
Felhût di serdegirtinê de xwe radest kir.
Di operasyonê de malên kesên têkiliyên wan bi hêzên hikumeta veguhêz re hene hatin serdegirtin.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bûyera rû daye bi “Komployeke kirêt û xiyaneteke mezin” bi nav kir û got:
Komek xayîn û ajan bi berdêla pereyan xwestin binpêkirineke ewlehiyê ya xeternak pêk bînin.
Kesên destên wan di vî kiryarê de hene keşif bûn, li ser vê yekê operasyoneke ewlehiyê ya bi baldarî û bi lezî pêk hat.
Di encamê de xayîn û komploger hatin girtin û sewqî dadgehê hatin kirin.
Li gorî çavkaniyên nêzî Hêzên Parêzvanên Siwêdayê û Serokatiya Rûnahî, kesê bi navê Xandî Ebû Fexir û koma wî,
Bi hevkariya Silêman Ebdulbaqî hewl dan bi ser avahiya Seraya û Rêveberiya Polîsan de bigirin da ku derbeyekê li dijî Şêx El Hicîr pêk bînin.
Çavkaniyan dan zanîn ku hewldana wan a ketina her du avahiyan têk çûn.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê di daxuyaniyek din de ragihand:
Di dema operasyona de wan 2 kesên din destgîr kirine ku dîsîplîna leşkerî binpê kirine.
Her wiha da zanîn ku koma hat destgîrkirin plan dikir ku rewşeke mîna ya Tîrmeha borî careke din derxin.
Ji vê sibehê hişyariyeke ewlehiyê li bajarê Siwêdayê heye û her deverê tedbîrên parastinê hatine girtin.



