Şandeyek ji Rêveberiya Xweser li Beyrûtê tevlî pîrozbahiya Cejna Neteweyî ya Fînlandiyayê bû.
Şandeyek ji nûnertiya Rêveberiya Xweser li Lubnanê tev li pîrozbahiya Cejna Niştîmanî ya Fînlandiyayê bû.
Ebduselam Ehmed ku nûnerê rêveberiyê li Lubnanê ye beşdar bû.
Pîrozbahî ji hêla Sefaretxaneya Fînlandiyayê ya li Beyrûtê ve hate organîzekirin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ev bone li sefîrê Fînlandiya yê li Beyrûtê Anne Miskanen pîroz kir.
Her wiha pesna helwestên Helsinki yên piştgiriya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê kir.



