Senatorê Madridê yê welatê Baskê Gorka Diaz ji Medya Haber TV re axivî.
Gorka Diaz diyar kir ku ew bi xurtî piştgiriyê didin mafên Birêz Abdullah Ocalan.
Gorka destnîşan kir ku ji bo firsenda heyî veguhere aştiyekê divê aktor hemû tevlî pêvajoyê bibin û got:
“Em di wê baweriyê de ne ku Abdullah Ocalan divê di dema herî nêz de bê berdan.”
Senator Gorka anî ziman ku divê hikumeta gelê Kurd bê naskirin .
Ji bo ev pêvajoya berfireh a bi armanca avakirina civakeke hîn demokratîktir bibe.
Bi gotina wî divê gelê Kurd weke kirdeyeke siyasî bê qebûlkirin.



