Greva Rûmetê ya li bajar û bajarokên perava Sûriyê di roja xwe ya pêncemîn û ya dawî de ye.
Xelkên li deverên peravê diyar kirin ku ew li pişt banga Şêx Xezal Xezal in.
Piştî bangên serokê Meclisa Îslama Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporê şêx Xezal Xezal ku li dijî komkujî û binpêkirin mezhebperestî derkevin, Grerva Rûmetê dest pê kir.
Ji 8’ê vê mehê ve, grevê dest pê kiriye û îro di roja xwe ya 5’an û dawiyê de ye.
Tê zanîn ku grev li bajar û gundên Laziqiyê, Humis, Ceblê, Tartûs, Safîta, Dirêkîş û Misyafê pêk hat.



