Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan-HRW’ê derbarê girtina çalakvanên mafên mirovan ji aliyê Îranê ve daxuyanî da.
Rêxistinê ragihand ku ew ji girtina çalakvanan bi fikar e û banga berdana wan li Îranê kir.
12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê yê Îranê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî tevî 7 çalakvanên din hatibûn girtin.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch) derbarê girtina çalakvanên mafê mirovan daxuyanî da.
HRW’ê fikarên xwe li ser girtina çalakvanên mafên mirovan, anî ziman.
Rêxistinê ragihand ku binçavkirin di merasîma bîranîna parêzerê mafên mirovan Xosro Alî Kurdî ku berê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da bû, pêk hat.
Her wekî destnîşan kir ku divê rayedarên Îranê tavilê hemû kesên ji ber çalakiyên wan girtin e, azad berde.



