Li Tebqayê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê panelek bi navê “Aştiya navxweyî, hevgiritna civakî û edaleta veguhêz” li dar xist.
Li wir girîngiya hevgirtina pêkhateyên civaka Sûriyê li hemberî gotinên kînê û pêşxistina aştiya navxweyî hat destnîşankirin.
Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku aştiya navxweyî ji bo bidestxistina pêşketin û geşkirinê pêwîstiyek e.
Her wekî da zanîn ku divê pirsgirêkên xizanî, gendelî, xîtabên kîndariyê ji holê werin rakirin.
Şêxo her têgeha edaleta veguhêz û mekanîzmayên wê yên bingehîn jî şîrove kir û got:
“Ji bo edalet pêk were divê berpirsên binpêkirinan werin darizandin, komîteyên lêkolînkirina rastiyan û belgekirina binpêkirinan werin avakirin.”
Beşdaran jî diyar kirin ku li dijî van xîtaban divê hevgirtina civaka Sûriyê were xurtkirina û aştiya navxweyî li gelemperiya Sûriyê pêş bikeve.



