Kongra Îslama Demokratîk li bajrê Qamişlo bi armaca rêgirtina li ber kîn û nakokiyên mezhebî civînek ji meleyan re li dar xist.
Beşdaran gotin, xîtabên kîn û provokasyonên mezhebî gefê li aştiya navxweyî dixwin.
Civîn bi dirûşma “Li ser şopa hizretê Pêxember Mihemed, di avakirina Medînayê de, ber bi avakirin û xwişk û biratiya mirovî ve” birêve çû.
Li wir, Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl da zanîn ku hêviyên gel bi siyasetên dûrxistin û nebeşdariya nîştimanî rû bi rû ma, di encamê de tevlihevî û parçebûna taîfî û mezhebî pêş ket.
Her wekî Aldar Xelîl bal kişand ser girîngiya diyalogan, bi taybetî peymana 10’ê Adarê û got, divê peyman pêk were da ku gavên çalak ber bi istiqrarê ve bên avêtin.
Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, gotin divê tevahî pêkhateyên olî û etnîkî beşdarî diyalogan bibin.
Her wekî diyar kir ku siberoja Sûriyê bi hevgirtina hemû pêkhateyan ava dibe û pirrengî jêdera hêzê ye nabe bibe sedema nakokiyan.



