Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, operasyoneke bi bandor li dijî DAIŞ’ê pêk anî.
QSD’ê ragihand ku ev operasyon li gundên Reqayê pêk hatiye û di encamê de, şaneyeke DAIŞ’ê ya xeter hatiye girtin.
QSD’ê diyar kir ku roja çarşemê, operasyoneke ewlehiyê li herêmên Hemrat û Cidêdê yên Reqayê pêk hat.
QSD: Di Operasyonê de, 4 çete li gundên Reqayê hatin girtin
Di encamê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê yên bi navê “Abdulcebar El-Sewadî û Mihdî Abdullah”, di heman demê 2 alîkarên wan “Abdullîlah Sewadî û Mihemed Ziyad” hatin girtin.
QSD’ê got ku di encama lêpirsînan de, çete li xwe mikur hatin ku ew endamên DAIŞ’ê ne û bi rêya koordîneya bi şaneyên din re, destê wan di çalakiyên terorane de heye.
QSD’ê destnîşan kir ku girîngiya vê operasyonê di wir de ye ku derpeyeke pêşwext li planên DAIŞ’ê hat xistin û rê neda ku çalakiyên xwe li dijî ewlehî, selametiya sivîlan û hêzên leşkerî pêk bînin.
QSD’ê piştrast kir ku ew şerê xwe yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dewam bikin heta ku wan bi temamî tune bikin.



