Di êrişên Rûsyayê yên li ser Kîevê û derdora wê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Hevalbendên Ukraynayê îşev li Parîsê bicivin.
Rayedarên Ukraynayê îro ragihand ku di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya şeva borî ya li ser Kîevê û derdora wê de 2 kes kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî Reutersê, Servîsa Rewşên Awarte ya Hikumeta Ukraynayê ragihand ku li herêma Obolonsky a bakurê Kîevê ji ber êrişa hewayî agir bi tesîseke bijîşkî ket.
Hate diyarkirin ku piştî vemirandina agir cenazeyek di tesîsê de hat dîtin.
Hevalbendên Ukraynayê wê derbarê şerê di navbera herdu welatan de îşev li Parîsê bicivin.



