Trump vê carê jî grava Gronlandê ya girêdayî Danîmarkayê xistiye rojeva xwe.
Trump dibêje pêwîstiya wan bi Gronlandê heye, weke ewlehiya xwe ya neteweyî dibînin.
Hikûmeta Danîmarka jî bertek nîşanî gotinên Trump da, nerazîbûnên xwe anîn ziman.Destwerdana leşkerî ya Trump a li ser Venezuelayê û eleqedarkirina vê oprasyonê ya li gel çavkaniyên petrolê fikarên têkildarî mijara Gronlandê jî zêde kirin.
Trump, şeva Yekşemê di balafirgeha Air Force One’ê de têkildarî vê mijarê daxuyaniyek da rojnamegeran.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku Danîmaka nikare Gronlandê baş biparêze û got:
”Hewcehiya me bi Gronlandê heye. Ez vê yekê ji bo ewlehiya me ya neteweyî dibêjim.
Em ê di nava du mehan de bi Gronlandê re eleqedar bibin, piştî 20 rojên din em ê dubare biaxivin.”
Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Frederiksen jî bi awayekî tund nerazîbûnên xwe nîşanî daxuyaniyên Trump da.
Mette Frederiksen şeva Yekşemê daxuyaniyek da û got:
”Ez bang li Amerîkayê dikim ku dawî li gefên xwe yên li ser xakên me bîne.
Gotina ku divê Amerîka, kontrola Gronlandê bi dest bixe, dûrî aqil e.”
Rayedarên Karên Derve yên Danîmarkayê û Balyozê Washingtonê Jasper Moller Sorenseb jî anîn ziman ku ew hêvî kin ku ji yekîtiya xaka Keyatiya Danîmarkayê re rêz were girtin.
Jasper Moller Sorenseb bi bîr xist ku Danîmarka endamê NATO’yê ye û ji garantiyên ewlehiyê yên tifaqê sûd werdigire.
Gronlanda ku nêzîkî 57 hezar nifûsa wê heye, ev demeke dirêj e bala Amerîkayê dikşîne.
Rêveberiya Gronlandê gelek caran diyar kir ku ew ”ne ya firotinê ye” û ew ê bi xwe biryara pêşeroja wê bidin.
Li gorî anketeke Çileya 2025’an ji sedî 85’ê gelê Gronlandê li dijî vê yekê ye û bes ji sedî 6’ê gel dixwaze Groland bi Amerîkayê ve were girêdan.
Her wiha Trump di meha Kanûnê de diyar kiribû ku ew ê ji bo Gronlandê nûnerekî taybet tayîn bike û vê yekê rê li ber zêdebûna rageşiya di navbera her du welatan de vekiribû.



