Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di sala 2025’an de 3 hezar û 732 qezayên trafîkê li herêmê çêbûne. Di encamê de 219 kes mirine û 2 hezar û 210 kes birîndar bûne.
Rêveberên gerînendetiyê Ebdulqadir El Şafî û Medya Xelîl daxuyanî bi kurdî û erebî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bîlançoyên giştî diyar dikin ku qezayên trafîkê yek ji sedemên sereke yên mirin û birîndariyê ne.”
Der barê bîlançoya 2025’an a cezayên trafîkê de ev agahî hatin parvekirin: “Miqdara cezayan gihaşt 758 hezar û 627’an. Her wiha 6579 parçe hatin desteserkirin.
Li gorî bîlançoyê di sala 2025’an de 3 hezar û 732 qeza çêbûne û di wan qezayan de 2 hezar û 210 kes birîndar bûne û 219 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ewlehiya trafîkê erka me giştî ye û hevbeş e. Lewma tê xwestin ku aliyên fermî, dezgehên çapemeniyê û saziyên civakê bi van rêyan destekê bidin hev; belavkirina hişmendiya rast a trafîk, pabendîbûna bi zagonên trafîkê, misogerkirina çanda ajotina aram û destekdayîna pêngavên hişyarî û çavdêriyê.”



