Îsal li herêma Cizîrê ji ber barana zêde, piştî çend salên hişkî û ziwahiyê, çavkaniyên avê zêde bûn.
Li herêma Aliyan a li bakurê bajarê Çilaxa, çend kanî û çavî dîsa derbûn û asta avê li bendavên bilind bûye.
Herêma Aliyan a li bakurê Çilaxayê bi kaniyên xwezayî dewlemend e, li wir gelek kaniyên sereke hene ku çavkaniyeke girîng a avê ne.
Di nav van kaniyan de yên herî berbiçav ên li gundên Lodika, Qastepan û Bakirwanê ne ku ava wan jêdera çemê Kêşikê ye.
Ev kanî û çem berî ku bikevin bendavên Çilaxa û Zexîrê, di geliyên herêmê re diherikin.
Bendava Çilaxayê yek ji projeyên avê yên herî girîng ên herêmê ye.
Şênî û cotkarên herêmê hêvî dikin ku ev pirbûna avê di demsala niha de jî berdewam bike, bi taybet piştî salên hişkesaliyê ku bandoreke giran li ser çandiniyê û çavkaniyên avê kir.
Derbûna kaniyan û bilindbûna asta avê ya her du bendavan nîşan dide ku rewşa avê li herêma Cizîrê hinekî baştir bûye ku dê di dema pêş bibe sedema başbûna çandiniyê.



