Komîteya Koçberên Serê Kaniyê derheqê rewşa bajar û gundên wê de daxuyaniyek belav kir.
Komîteyê got ku li gor rewşa meydanî û ewlehî li Serê Kaniyê, niha ne aram e û rê nade ku koçber bi rengekî ferdî vegerin wê derê, çimkî dê xeteriyeke mezin li ser wan hebe.
Komîteya koçberên Serê Kaniyê diyar kir ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopîne û destnîşan kir ku rewşa li ser erdê têra vegereke bi ewle û birûmet nake.
Komîteyê diyar kir ku ew bi aliyên pêwendîdar re dixebitin da ku şert û mercên guncaw peyda bikin û veger bi rengekî ewle pêk were.
Her wekî destnîşan kir ku li gor peymana 29’ê çileyê û qanûnên navdewletî û rêgezên mafên mirovan, mafê vegera sivîlan rewa ye.
Komîteyaê got ku heta veger çêbibe, gerek ev şert bi cih werin.
-Vegereke bi dilxwazî, rûmet û ewle pêk were û ti zext û fişar tê de tune be.
-Gerek bi rengekî rêxistinkirî çêbibe û garantiyên zelal ji hêla aliyên pêwendîdar ên parêzgeha Hesekê hebin.
-Di warê ewlehî de gerek garantî hebin û ewlehiya kesên vegerin misoger bibe.
-Mafên xwediyên resen û rewa li wan vegerin, di nav wan de milk û erdên çandiniyê.
-Hemû cureyên guhertina demografîk werin rawestandin, kes û aliyên ne resen dûrî bajar bikevin.
-Rêveberiyeke sivîl û qanûnî ku rêzê li vîna xelkê resen û mafê wan bigire, were damezinrandin.
Komîteyê hişyarî da ku hinek alî xelkê bêyî garantî ber bi vegerê ve dehf didin û ew yek ximzetê li berjwendiyên koçberan nake û xeteriyeke mezin li ser wan çêdike.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê destnîşan kir ku helwesta wan zelal e, bêyî garantî û pêkanîna peymanan bi taybet a 29’ê çileyê tu veger çênabe.
Dîmenên koçberên Serê Kaniyê û yên di kampan de bidin



