Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê, Desteya Jîngehê ya Kobanê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan hezar gul û kulîkên xemlê li ser gorên şehîdên Pakrewangeha Şehîd Dicle, hat çandin.
Di çalakiyê de hejmarek ji endamên Desteya Jîngehê, Meclisa Malbatên Şehîdan û nûnerên ji Rêveberiya Kobanê amade bûn.
Armanc ew e ku xurtkirina ruhê berpirsiyariya civakî li hember parastina xwezayê were belavkirin,
Pakî û xweşikbûna cihên giştî werin parastin.
Di heman demê de çandina gul û kulîlkan li Pakrewangeha Şehîd Dicle, peyameke ku şehîd di bîroka wan de ne û baldariya li gorên wan û çandina gulan girêdana bi fedakariyên wan re nîşan dide.



