Li Helebçe qedexeya derketina derve hat rakirin

Dîwana parêzgeha Helebçeyê bi daxuyaniyek ragihadn ku li bajarê Helebce qerdexeya derketina derve tê rakirin.

Dîwana parêzgeha Helebçeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber bîranîna şehîdên komkujiyê Helebçe li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê 24 saetan qedexeya derketina derve tê rakirin.

Dîwana parêzgehê diyar kir ku çûnûhatina nava bazarê wê qedexe be.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo rêgirtina li ber belav bûna vîrûsa Corona qedexeya derketina derve ragihandiye.

Back to top button