Çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Enbarê ya Iraqê êrîşek pêk anî û 4 leşker Iraqê hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê li sînorê rojavayê bajarê Rûmadî ya parêzgeha Enbarê êrîşî nuqteyeke kontrolê ya artêşa Iraqê kir.
Di encamê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin.
Her wiha hat ragihandin ku piştî êrîşê hêzên Iraqê herêm dorpêç kirine û cenazeyên leşkeran jî rakirine Tiba Edlî.
3 Nîsanê, li gundeke rojavayê navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyalayê mayînek bi leşkerên Iraqê ên derketibûn dewriyê ve teqiya.
Tê gotin, çeteyên DAIŞ’ê ev mayîn bi cih kiribûn û di encama de fermandarek artêşa Iraqê hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.