Di vê pêvajoya metirsîdar de, bangên ji bo girtî û berdana wan, zêde dibin. Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku heta niha gelek caran rakirine nexweşxaneyê, piştî şandin girtigehê dîsa ji ser hişê xwe çû û cara sêyem rakirin nexweşxaneyê.
Girtî Sabrî Kaya, yê di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Osmaniyê krîza dil derbas kir, cara sêyemîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê.
Keça wî Dîlan Kaya, destnîşan kir ku “tevî rewşa bavê wê giran e jî, wî di nava girtîgeh û nexweşxaneyê de dibin û tînin û wî bernadin”.
Tevî ku vîrûsa Corona ji bo kesên nexweş hîn bêhtir metirsîdar e, lê hikumeta AKP’ê hîn di kirinên xwe yê faşîst û xerab de bi israr e.
Girtiyan, ji girtîgeha Tîpa “T” a rihayê banga serbestberdanê kir
Girtî bixwe jî banga xwedîderketin û sebestberdanê dikin.
Ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê, girtiyan bang li parazvanên mafên mirovan kir û diyar kirin ku ew ji mirinê re hatine hiştin.
Girtî Kasim Karataş ê 29 sal in li vê girtîgehê ye, diyar kir ku “di vê pêvajoya metirsîdar de, ji bo parasina wan ti tedbîr nehatine girtin”.